KOMELEYA PIŞTEVANÎ Û ALÎKARIYA Bİ MALBATÊN NÊZIYÊN XWE WİNDA KİRÎ (YAKAY-DER)
YAKAY-DER a ku di sala 2001’an de ava bûyî û endamê “Kaybetmelere Karşi Avrûpa-Akdenîz Federasyonu (FEMED)’yê ye. Ev sazî, di Tirkiyeyê de, ji bo xebatên der heqê piştevanî û alîkariya malbatên nêziyên xwe winda kirî û lêkolîna kesên ku ji xeynî rêyên xwezayî, bi rêyên ku bi îhlalên mafa jiyanê hatine kuştin; bi encamên pratîkên cûdayî hatine kuştin; bi sedemên cûdayî yên agahî jê nayê standin an jî fikra windabûna wî/ê qethî, hatiye ava kirin û van xebatan dimeşîne.
Avakerên Komeleya Me Pervîn BÛLDAN a ku niha parlamenterê Îdirê, Hanim TOSÛN, Velat DEMÎR, Tomrîs OZDEN, Zubeyde TEPE, Hasan KARAKOÇ û Şeyhmûs EKÎNCÎ ne.
Armancên Din ên Komeleyê:
Çalakiyên Komeleyê
Em dikarin xebatên komeleya me wisa rêz bikin:
Xebatên Hatine Kirin
Em dikarin xebatên komeleya xwe yên ji sala 2001’an, ango komeleya me ava bûye, heta niha, yên girîng, van rêz bikin:
Dokumentasyon
Li çar herêmên pîlotî yên mîna Stenbol, Mêrdîn, Êlîh û Amedê; tespît kirina kesên di binçav kirinê de hatine winda kirin, bi kiryarên mechûl hatine qurban kirin, Simsicakti Elleri I û II a ku bi xebata dokumentasyonê hatiye kirin, bi vî navî hatiye kitêb kirin.
Hevdîtina Behraspî-Ewropa Ya Malbatên Windayan
YAKAY-DER di Gelawêja 2009’an de li Stenbolê Federasyona Behraspî-Ewropa Ya Hemberî Bi Zorê Winda Kirinê(FEMED), bi tevî Komeleya Mafên Mirovan û Dayikên Aşitiyê re, Hevdîtina Behraspî-Ewropa Ya Sêyemîn Ya Malbatên Windayan li dar xistiye.
Hevdîtin, bi encamnameya ku tê de banga borîn ji malbatên windayan westin ji dewletan re, li gorî armanc û xebatên YAKAY-DERê der barê Tirkiyeyê “cesedên di gorên li bajarên Kurdan de derxistin û nasnameya wan bê teşhîs kirin, ji bo vê jî dest pê kirina bernameyeke xweser û agahiyên genetîkê yên malbatên windayan û cesedan, li danegeheke navendî bê kom kirin”, hatiye kirpandin.
Danebihîzên Sucan
YAKAY-DER ji bo kiryarên cinayetên kiryarên mechûl û di binçav kirinê de windayan, bê dîtin û teşhîs kirin û berpirsiyaran bêne dad kirin, ji sala 2002’an heta niha têkoşîna hiqûqî didomîne.
Ewilî, nêziyên windayan di sala 2002’an de der barê Suleyman Demîrel(Serokkomarê Dewrê), Dogan Gureş(Serkantiya Giştî yê Berê), Tansû Çîler ( Serokwezîrê Dewrê ), Îsmet Sezgîn(Wezîrê Karên Hundîr ê Berê), Necatî Ozgen(Orgeneralê Jikarketî), Teoman Koman(Orgeneralê Jikarketî), Hasan Kûndakçi(Korgeneralê Jikarketî), Atîlla Kûrtaran(Korgeneralê Jikarketî), Adnan Dogû(Orgeneralê Jikarketî), Kemal Çelîk(Midurê Ewlekariyê yê Giştî yê Berê), Saffet Arikan Beduk(Midurê Ewlekariyê yê Giştî yê Berê), Hayrî Kozakçioglû(Waliyê OHAL’ê yê Berê), Unal Erkan(Waliyê OHAL’ê yê Berê) û Mehet Agar(Parlamenterê Elezîzê) li Stenbolê danebihîz hatine kirin. Piştî danebihîza sucê, li hemberî endamên komeleyê dozan hatin vekirin.
Di sala 2008’an de, YAKAY-Der bi hin rêxistinên girse yên demokratîk re, ji bo mudahîlê doza Ergenekonê bibe, xwestina xwe anî ziman.
Dîsa komeleya me di Gelawêja sala 2010’an de der barê peyvên Koramîral Atîlla Kiyat ê ku got “kiryarên machûl polîtîkaya dewletê bû”, serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da û ji bo berpirsiyarên di binçavkirinê de winda kirin û kiryarên mechûl bêne dad kirin danebihîza sucê kir. Di nava kesên ku tê xwestin bêne dad kirin Suleyman Demîrel, Tansû Çîller, Mesût Yilmaz, Necmettîn Erbakan, Dogan Gureş, Îsmaîl Hakki Karadayi, Hayrî Kocaçioglû, Necatî Çetînkaya, Unal Erkan, Necatî Bîlîcan, Teoman Koman, Aydin Îlter, Fîkret Ozden Boztepe, Abdulkadîr Aksû, Mûrat Başeskîoglû, Mehmet Agar, Meral Akşener, Nahît Menteşe, Mehmet Gazîoglû û Îsmet Sezgîn cih digirin. Dadgeha serîlêdanê der barê van navan biryara bêtaqîbiyê da û van dozan bi dawî bû. Der barê Atîlla Kiyat doz hate vekirin. Doza ku Kiyat tê dad kirin, hê berdewame.
Xebatên Komîsyona Heqîqatê
Rêveberên komeleya me bi pergelî beşdarî xebatên Navenda Rastî, Dadmendî û Bîrê dibin.
-----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
“Min ji malbata xwe 4 kes wenda kir, lê dîsa jî hêvîdar im”
Serrûpel > Nûçe > “Min ji malbata xwe 4 kes wenda kir, lê dîsa jî hêvîdar im”
Mexdûrên kuştinên qesas nediyar, înfazên bêdad û wendakirinên ku bi destê wezîfedarên dewletê çêbûne, bi hezaran in. Dema mirov bifikire ku hê jî dewletê berpirsiyariya dikeve milê wê qebûl nake û gavên pêwîst navêje, diviya bû li vî welatî bi hezaran saziyên sîvîl ku mafê xizmên mexdûran bigerin, hebûna. Lê saziyên ku bi van pirsan re mijûl in gelek kêm in û ji ber vê yekê saziyên heyî jî li bin barekî gelek giran in. Welat Demîr jî yek ji endamên van saziyên girîng; ango endamê YAKAY-DERê (Komeleya Pıştevanî Û Alîkarıyê Ya Bı Malbatên Nêzîkên Xwe Winda Kirî) ye.
Hevpeyvîn: Emrah Gursel
.Mexdûrên kuştinên qesas nediyar, înfazên bêdad û wendakirinên ku bi destê wezîfedarên dewletê çêbûne, bi hezaran in. Dema mirov bifikire ku hê jî dewletê berpirsiyariya dikeve milê wê qebûl nake û gavên pêwîst navêje, diviya bû li vî welatî bi hezaran saziyên sîvîl ku mafê xizmên mexdûran bigerin, hebûna. Lê saziyên ku bi van pirsan re mijûl in gelek kêm in û ji ber vê yekê saziyên heyî jî li bin barekî gelek giran in. Welat Demîrjî yek ji endamên van saziyên girîng; ango endamê YAKAY-DERê (Komeleya Pıştevanî Û Alîkarıyê Ya Bı Malbatên Nêzîkên Xwe Winda Kirî) ye.
Li 30-31ê Kewçêrê saziyên xizmên windayiyên ya bi navê FEMED ku li ser xeta Ewropa-Behra Sipî hatine damezrandin, ji bo Cenevreyê xebatekî serîlêdanê pêkanî.
Welatê ku li ser navê YAKAY-DERê beşdarê civîna Cenevreyê bibû, bi tevî 150 dosyayê windayiyan, bi saziyên din yên navnetewî re hevdîtinan çêkir. Di serî de bi Koma Windayiyên Zorê û Yên Ne bi Dilê Xwe Yên li Bin Çav Ya Yekîtiya Milletan (WGEID), bi Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor (ICRC), Komîteya Saziya Mafê Mirovan, Niwêneriya Daîmî ya Fransa, Komîteya Li Dijî Îşkenceyê, Raportoriya Taybet Ya Parêzvanên Mafê Mirovan û Koalîsyona Navnetewî Ya Li Dijî Windakirinên Zorê (ICAED) re hevdîtinan çêkir.
Piştî vê serîlêdanê em bi Welat Demîr re li ofîsa YAKAY-DERê ya li Fatîhê hatin ba hev.
Em serîlêdana te ya herî dawî ku te li Cenevreyê bi gelek saziyan re hatibû ba hev, meraq dikin. Tu dikarî bi kurtî ji me re behsa vê serîlêdanê bikî?
Em ji sala 2006an heta niha bi FEMEDê re dixebitin. FEMED û saziyên girêdayî wê, ji bo Komxebata Saziyên Windayiyan Ya Yekîtiya Milletan û saziyên din yên li Cenevreyê ne hevdîtinan çêbikin, serîlêdanekê xebatî ya du rojan amade kiribûn. Xaça Sor jî di nav van rêxistinan de bû. Me agahiyên binpêkirinên mafên mirovan ya di demên borî de pêkhatibûn, bi wan re parvekir. Bêgûman, van agahiyên me da wan, ne tenê agahiyên YAKAY-DER berhevkiribû; her weha agahiyên ÎHD (Komeleya Mafê mirovan), MAZLUM-DER û gelek saziyên din jî li ba me bû û me wan agahiyan jî bi wan re parvekir. Di raporên hin saziyan de derbas dibe û her weha bi devê hin rêvebiran jî tê gotin ku 17500 kes bi awayekî qesas ne diyar hatine kuştin û an jî windakirin. Em dizanin ku di navbera 24 salan de 600 zarok hatine qetilkirin. Piraniya vana dema li zeviyan bi gogê dilîstin, hinan jî dema li çiyan li ber heywanên xwe bûn jiyana xwe winda kirin. Piştî hatina AKPê jî, bi gorî wan agahiyên ku me ji çapemeniyê û ji hin saziyên din bi dest xistine tê dîtin ku heta niha 186 zarok jiyana xwe winda kirine.
Baş e; we li der haq kîjan binpêkirinên mafên mirovan agahî bi wan re parvekir?
Di serî de dosyayên li der haq 150 windayiyan hatibû amadekirin ku ji tirkî bo îngîlîzî jî hatibû wergerandin, me da wan.
Wana windayiyên kîjan demê bûn?
Raporên me da wan li der haq windayiyên ji sala 1990an heta sala 1994ê bûn. Lê bi gor tê texmînkirin wê demê hejmara windayiyan di navbera 850 û 1300an de ne. Ji ber ku saziyên sîvîl yên li Tirkiyê dixebitin di vî warî de hê agahiyên xwe bi yek nekirine, reqamên ji hev cûda tên gotin. Hinek ji wan dibêjin 500, hinek jî dibêjin 5000. Ev yeka ji alî me ve kêmasiyekê ye. Ji alî din em li ser gorên komî jî rawestiyan. Ne bi agahiyekê sererast be jî em dikarin bêjin li Tirkiyê 300 gorên komî hene. Gorên komî divê ne bi dozeran, lê bi gorî protokola Mînnesotayê werin vekirin. Divê ev gor werin parastin û ji bo delîl winda nebin jî wekî li Arjantîn, Fas û Bosnayê hatine çêkirin bi awayekî zanistî li ser gora were xebitîn.
Daxwaza me ev in. Daxwaza we ji saziyên ku we bi wan re hevdîtin çêkir, çî bû?
Ji bo gûherandina Destûra Bingehîn ya 12ê Îlonê hin gav hatin avêtin; her weha hin guherandin jî çêbûn. Lê me got van gavên hatine avêtin ne bes in. Hê jî pirsgirêkên nedayîna ceza û demborîna cezayê wekî 20 sal heye. Ew kesên ku di salên 90î de hatine qetilkirin, dem ji ser diborin. Heta ku Destûra Bingehîn ya 12ê Îlonê li ser hukum be û hukum bi gor vê Destûra Bingehîn were dayîn, bêdadiyên bi vî rengî ew ê bidomin û kujdar jî eşkere nabin. Kes nikare wan di dadgehan de bidarizîne jî. Mînaka herî ber bi çav darizandina Kenan Evren e. Ew çawa tê darizandin û daxwaza me çi qas tê bi cîbecî kirin... Ez vê jî bêjim. Ji sala 1993an heta sala 1996an ku wê demê Mehmet Agar Rêvebirê Giştî yê Emnahiyê bû, bi gorî agahiyên me nêzî 850 kes bi awayekî qesas nediyar hatine kuştin an windakirin. Cezayekê dan Agar, lê ne ji ber van bûyeran. Niha jî li zîndanekê pêk û pêk de baş tê parastin de dimîne. Cezayekê du sal ku mirov incax pê dikene, dane wî. Di bin van nehaqiyan hemû de, Destûra Bingehîn ya dema dîktatoriyê hatiye qebûlkirin heye. Gelek guherîn çêbû, lê ji bo pirsa me çareser bibe van guherînan têr nakin.
Hinek ji pevçûnên li welatên din hatine çareserkirin, hin pevçûn hê jî didomin. Lê li Tirkiyê pevçûn didomin. Wekî mînak Fas, Qibris, Bosna-Herseg, Kosova ne wek3i berê ne. Heke mirov lê binêre navbera wan welatên binavkirî û pirsên xwe çareser kirine û pirsa kurdî ya li Tirkiyê, çi cûdahî hene?
Ji bo çareserkirina pirsê em ji wan paşdemayî ne? Vê pirsa ku we got, min gelek hestiyar kir. Ez beşdarî konferanseke ICAEDê bûm. Lı wê derê jî hin çavderiyên min çêbûn. Li Tirkiyê kêmasiyên mezin yên saziyên sîvîl hene. Bêgûman, li welatên din jî van tiştana çêbûne, lê ew gavên mezin jî avêtine. Qral Muhamedê 4emîn ku li Fasê hatiye ser hukum, ji bo binpêkirinên mafên dema bavê xwe yê Hasanê 2emîn bikaribe bibîr bîne û ji holê rake, navê hin cadeyan guherandiye. Li ba me jî di sala 2011an de li Qesra Dolmabahçeyê bi malbatan re rûniştin. Serokwezîr ji nav hemû dosyayan tenê ya yekî vekir. Ji wê dosyayê jî tiştekî derneket. Em dizanin ku domdariya dewletan heye. Bi vî awayî em lê binêrin, muxatabê me dewlet e. Li derveyî welat dema komîsyonên rastî têne damezrandin, ray û ramanên malbatên mexdûr jî tên girtin. Mixabin, li vê derê tenê komîsyonekî Meclîsê ya ne desthilatdar di bin bandora partiyan de hate damezrandin. Em wekî sazî ji sala 2001an heta niha dixebitin, lê tu kes ray û ramana me ji me pirs nekir.
Heke hukumeta heyî binpêkirinên ku beriya were ser hukum çêbûne lêbikole, bi wan re rûberû bibe, li der haq van binpêkirinan gavan bavêje, ew ê çi bandorekê li ser wê çênebe; heta ew ê rewşa wê baştir bibe. Hem ji nav welat, hem jî ji derveyî welat ew ê ji mexdûran jî, ji kurd û alewiyên zorlêkirî jî piştgirî bigre. Bi gorî we çima vê tiştê han nake?
Bêgûman, tiştên hûn dibêjin rast e. Lê em pirsgirêkê ji aliyekî din jî dinirxînin. Wekî hûn dizanin di sala 2007an de peymana Windayiyan ya Yekîtiya Milletan derket. Mixabin, hê ew peyman bi xwe jî nehatiye îmzekirin. Heke ev peyman were îmzakirin ew ê mecbûr bimînin hisaba kesên li Qibrisê hatine windakirin bidin; ew ê rewşa keçikên li Dersîmê hatine windakirin zelal bibe; rastiyên tehcîra ermeniyan ew ê eşkere bibe. Di îmzenekirina peymanê de, bandora van rastiyan heye.
Yên tu dixwazî lê zêde bikî...
Her weha bi Bijişkiya Edlayî re jî astengiyên me hene. Di welatên pêşketî û hevdem de heyetên Bijişkên Edlayî tenê ji sê kesên ku di bin bandora desthilatdar ın pêknaye. Di van heyetan de ji zanîngehan bigre heta ji heyetên serbixwe jî, pispor hene. Ji ber ku li Tirkiyê Bijişkiya Edlayî girêdayî Wezareta Dadê ye, em gumanbar in. Hûn saziyekî çawa daxwaz dikin? Berî her tiştî em dixwazin Bijişkiya Edlayî bi Wezareta Tenduristî ve were girêdan. Bi pisporên ji zanîngehan, ji saziyên wekî Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyê (TÎHV) hatine, divê di van heyetan de cîh bigre. Dema ku partiyekê were ser hukum û pisporan bi gorî berjewendiya mantalîta xwe bigûherîne, li wê derê çi xebatekî zanistî naye kirin. Bi raya me li wê derê xebatekî zanistî tune ye.
Li operasyonên KCKê ku di sala 2009an de destpêkirine heta niha gelek kurdên ku di saziyên sîvîl de dixebitin, an jî xwendekar û rojnamevan in hatine girtin. Operasyon bandor li ser we jî kir. Hin endamên YAKAY-DERê ku em jî nasdikin, niha di zîndanan de ye. Niha ji we çend kes di zîndanêde ne? Ev yeka çi bandor li ser xebata we dike?
AKP hukumetî nû bû. Bê tecrube bû. Bêgûman, di dema Çîller û Demîrelê de gelek jan hatin kişandin. Ev hukumeta jî tiştên li wan dema hatine kirin niha bi awayekî din dike. Li tevayî Tirkiyê nêzî 20 aktîvîstên ku li ser windayiyan, li ser gorên komî û kuştinên qesas nediyar dixebitiyan, niha girtîne. Di 4ê Kewçêrê 2011an de du rêvebirê me, ango Cemal Bektaş û Selahattîn Tekîn û du endamên me, Kemal Aydin û Zekiye Anik Durmuş niha di zîndanê de ne. Herî dawî Zekiye Anik Durmuş beyî ku girtî be were darizandin, serbest berdan. Niha sê hevalên me di zîndanê de ne. Wekî min di serî de jî got, hukumet ji bo rojên çûyî naxwaze gavan bavêje; gelek peymanan îmze nake. Her weha hevalên me yên ku di vî der haqî de dixebitin digre û dixwaze wan kesên ku belgeyan bi Dinye û Ewropayê ve parve dikin, pêşî li ber wan bigre. Ango dibêje ku, “Vê pirsê jî ez ê çareser bikim.” Naxwaze ji bilî wê hinekên din rastiyan derxe holê. Hukumet dibêje, “Heke hûn biecibînin jî neecibinîn jî ez ê van pirsan li komîsyonên Meclîsê, bi wan kesên ku min wan bi rêxistin kiriye lêbikolim. Ez ê rê nedim hinekên din ku dixwazin van bûyeran belge bikin û bi hin kesên din re parve bikin.” Amanca esasî ev e. Hevalên me bi hincetên ne rast û bi delîlên ji ber bigre û bizeliqîne hatine girtin. Tu hevalên me beşdarî xebatekê dizî nebûne. Di îddîanameyê wan de, beşdarbûna çalakiyên Dayîkên Şemiyê ya li ber Lîseya Galatasarayê, serîlêdana partiyekî yasayî an jî daxwaznameya mudaxîlbûna doza Ergenekonê de karanîna peyva “şehîd” wekî sedema girtina wan tê nîşandan. Hevalên me bi hincetên ne rast di zîndanê de ne.
Hevalên we jî beşdarî grevên birçîbûnê bûn?
Em naxwazin jana me dubare bibe. Em naxwazin ji zîndanan xeberên reş bigrin, mirinan bibihîsin. Heta niha ji ber ku malbat bi girtiyan re hevdîtin pêkneanî ne, em ji rewşê agahdar nînin.
Em hêvîdar in janên ku li rojên çûne hatine jiyîn û yên niha didomin, ew ê bi dawî bibin û em ê jî li welatekî ji mafê mirovan re rêz digre bijîn. Her weha em hêvîdar in, YAKAY-DER di xebatên xwe de serkeftî bibe.
Li vî welatî dixwazî bêjin bi rêxistinî, dixwazî bêjin bi xeletî gelek tiştên nexweş hatine jiyîn. Lê li hember her tiştî ez dîsa hêvîdar im. Ew malbat û kesên ku xizmên xwe winda kirine, ango em, divê bi sebir û nişmî li pey rastî û edlayiyê bigerin. Em ji ezmona tiştên li dinê hatine jiyîn derketin rê. Bi hestên tolhildanê rênakevin. Em tenê bi hestên xwe yên rasteqîn, bi awayekî bîrewer û zanyarî, ji bo Tirkiyeyêkê zana û hemû gelên ku bi hev re di rewşekî demokratîk de pêkve dijîn, tevdigerin. Daxwaza me ev e. Herkes bikaribe bi dîn û ziman û stran û cil û libasên xwe ve bi azadî bijî... Ew ê çê be. Ji bo me “bêhêvîbûn” peyvekî xerîb e. Em hêvîdar in.
01 Aralık 2012